
Kawîn Cîhad Tehlavî
Derhêner (Ferheng Ferman) diyarkir û got: Niha yê hzir di kilîpkirina stranên çendîn hunermendan de dikim yên ku wê li demek nêz bên wênekirin.
Ferheng Ferman dibêje: Hunermendên ku niha stranên wan li cem min ji bo kilîpkirinê (Narîn Feqe, Bilind Îbrahîm, Nujdar Mihemmed Tahir, Alîn û Nîna Cemal)in, lê carê me tu jivan ji bo van stranan nedanayne, lê wê li demek nêz be.
Paşan derhênerî diyarkir ku piraniya wan stranan ewin yên ku li gel staylê wî yê kilîpkirinê diguncin.