
Kawîn Cîhad Tehlavî
Piştî yekem kilîpa xwe ya bi nave (Hatîn Hatîn) li gel kompaniya (Vîn prodekşin) berhemînay, li dema bûrî hizir di dirustkirina stranek din ya nû de kirî ye û ew jî bi navê (Melîm Bebo)ye û piştî strana xwe di nav şehyanekê de kilîpkirî toşî pirsgirêkek civakî dibe.
Stranbêj Sedîq Feqiyanî dibêje: Berî ez dest bi dirustkirina strana xwe bikim, min hizir kir vê kilîpê wesan dirustbikem ku ya cuda be ji ya min ya berî niha, ew jî min hezdikir di nav xelkî de anku di nav ahengeka xêzanî û taybet şehyanekê de kilîp bikim, û piştî strana min ji muzîkê û stodyoyan bi dawy hatî, min li gel kesekî yê ku li wan rojan şehyana wî bû axivî û razî bû ez li şehyana wî kilîp bikim û min strana xwe li wêrî kilîpkir, lê piştî ji kilîpkirinê bi dawy hatî, mala zavay razîbûn, lê mala bûkê xwe nerazîkir.