Weşandin: 09 September 2012 Dîtin: 352
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:
Li despêkê Xalid Moşîr kabtinê yana Duhok dibêje: Bi rastî hizra pirogramek werzişî ji pêtiviyane ji bo werzişa parêzgeha Duhokê, herçende kenalê Vîn berî çend salan pirogramekê werzişî hebû, lê bi hêviya wê yekê ev pirogramî niha li Vîn radiyo tê pêkêşkirin bibe yê kenalê Vîn, ger xwe heftiyane jî be.
Paşan yarîzana keç ya yana Gare (Herjîn Mûsa) got: Ta niha tu kenal û saziyên ragehandinê nekarîne li werzişa parêzgeha Duhokê xwedî derkevin, evca daxwazê ji rêveberiya kenalê Vîn dikîn weke berê û baştir pirogramek werzişî dirust bike, çunkî Vîn karî ye di hemû biyavan de serkeftinê bîne.
Rahênerê yana Sêmêl ya tepapêy Mihemmed Yûsif dibêje: Ger tu niha rojnameyan hevber bikî li gel kenalekî ji bo pêşkeftin û daneniyasîna werzişî, na gehe wî astî yê ku kenalek dike, lew ya giringe ji bo me li parêzgeha Duhokê, û taybet kenalekê asmanî yê mîna Vîn li werzişê xwedî derbkeve û hemû karînan bimezêxe ji bo pêtir pêşxistina werzişê li deverê.

Bixwîne...
 
Weşandin: 05 September 2012 Dîtin: 700
Print

Umêd Baleban

Kawîn Cîhad Tehlavî
Piştî li dema bûrî hunermend (Ûmêd Baleban) girêbest ji bo elboma xwe ya bi navê(Welamî Îşq) li gel (Vîn pirodekşin) girêday, li vê dawiyê nûtirîn stran ji vê elbomê li gel kompaniya (Vîn prodekşin) hate kilîpkirin.
Ûmêd Baleban dibêje: Ev strane yek ji tirakên elboma min ya nûye û ji aliyê derhêner (Ferheng Ferman)ve tê kilîpkirin û min bawere wê karek balkêş be, ji ber ku hemû karên wî yên berî niha jî di balkêş bûn.

Bixwîne...
 
Weşandin: 05 September 2012 Dîtin: 323
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî
Serokê şaredariya Sura Amedê (Ebdulla Demîrbaş) taybet ji bo kenalê (Vîn) yê asmanî dibêje: Ez gelek temaşey kenalê (Vîn)dikim û min li mal û cihê xwe yê karî heye, û xweştirîn demê ez temaşe dikim dema stranên filiklorî ye.
Ebdulla Demîrbaş dîsan got: Dûr ji karê xwe yê rêveberiyê û dûr ji siyasetê min demên taybet hene ez têde temaşey kenalan bikim û kenalê (Vîn) yek ji wan kenalane û pitiriya rojan temaşe dikim, lê demên ji bo min giring yên ku ez temaşe dikim li demjimêrên nîvro ne dema ku stranên stranbêjên me yên filiklorê Kurdî diweşînin.

Bixwîne...
 
Weşandin: 28 August 2012 Dîtin: 503
Print

Shaban Sleman

Kawîn Cîhad Tehlavî
Piştî li dema bûrî helbestvan (Şe'ban Silêman) girêbesta xwe di gel kompaniya (Vîn pirodekşin)de ji bo elboma (Rabe Xanî) girêday,  îro wê kilîpa dwemîn ji  wê elbomê bihê kilîpkirin.
Helbesta baran yek ji tirakên elboma (Rabe Xanî) ye ku bi awayek nû û serdemane hatî ye dirustkirin û bi zimanê Kurdî û Ingilîzî hatî ye gotin û wê ji aliyê derhêner (Hisên Hesen)ve bihê derhênan.

Bixwîne...
 

Rûpela 30 ji 62

<< Destpêk < Paş 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 Pêş > Dawî >>

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency