Weşandin: 16 August 2012 Dîtin: 471
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:
Bo cara yekemîn hunermend û muzîkjenê mezinê gelê  Kurd (Dilşad Mihemmed Se'îd) seredana kenalê Vîn yê asmanî kir û di wê serdanê de ji aliyê rêveberê kenalî berêz (Serket Ebdulla Cuneyd)ve hat pêşwazîkirin.
Di yekem hatina xwe de bo kenalê (Vîn) hunermend (Dilşad Mihemmed Se'îd) kêfxweşa xwe bi danana yekem kenalê muzîkê li Kurdistanê diyarkir ku ta niha karî ye xizmetek berçav ji bo pêşkeftina hunera Kurdî bike, taybet di biyavê muzîkê de.

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 August 2012 Dîtin: 434
Print

Salah Amin

Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Selah Emîn got: Ev demeke ez mijûlî dirustkirina straneka nû me, lê ta niha min çi nav li ser nedanayne û ev strane ji peyvên min bi xwe ye û awaz (Mistefa Beyazkoş)e û li stodyoya (Lam muzîk) li Îstenbolê û (Deng û reng) li Duhokê hatî ye çêkirin û (Îmad Elî) bi karê arencora wê rabûye.
Selah Emîn ew yek jî diyarkir û got: Hêviya min ewe ev care karek baş li gel (Vîn) encambidim ku beriya niha jî bi hevkariya kenalê Vîn û Vîn pirodekşin karîne karek baş encam bidin.

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 August 2012 Dîtin: 389
Print

Yekbun

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Yekbûnê diyakir û got: Strana (Herê basilo) yek ji tirakên elboma min ya nû ye ku wê ji aliyê kompaniya (Vîn pirodekşin)ve bihê berhemanîn û weşandin.
Dîsan Yekbûnê ew yek jî diyarkir ku ev stran ji aliyê derhênerê hêja (Hisên Hesen)ve tê kilîpkirin ku beriya niha jî di gel de karkirî ye û gelek ji kar û staylê wî razî ye.
Dîsan berîya niha jî Yekbûnê ew yek jî diyarkirbû ku tu nav li ser vê elbomê nehatîne danan, lê li demek nêzîk ew yek jî wê bi dawî were ku navekî li ser elbomê dabinin

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 August 2012 Dîtin: 415
Print

Narin Feqe

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Hunermend Narîn Feqe di hatina xwe ya vê carê de bo bajarê Duhokê da zanîn ku ji ber çend karên hunerî hatî ye û wê cejna xwe li Duhokê bike.
Herweha Narîn Feqe dibêje: Berî çend rojan min karî li bajarê Silêmaniyê konsêrtekê saz bikim û hatime bajarê Duhokê ji bo temamkirina karên xwe yên hunerî, ew jî hizra çêkirina stranek (Diyot)e û herweha dirustkirina kilîpeka xwe ya nû ji elboma min ya ji aliyê kompaniya (Vîn prodeşkin)ve hatî ye berhemanîn û weşandin.

Bixwîne...
 

Rûpela 33 ji 62

<< Destpêk < Paş 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 Pêş > Dawî >>

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency