Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Şakir Akireyî diyarkir û got: Nûtirîn kilîpa min ya dahatî ku wê ji aliyê kompaniya (N.V) ve bê dirustkirin û yekem karê min jî be li gel derhênerê genc (Ferheng Ferman) bi hêviya wê yekê em bikarin karek balkêş encambidin .
Şakir Akireyî dibêje: Piştî min girêbesta xwe li gel kompaniya (Vîn pirodekşin) grêday û yekem kilîp ji bo min hatî ye dirustkirin, biryar hatî ye dan ku di demek nêz de strana duwemîn ji elbomê ya bi navê (Ketim Eşqa Te) bê kilîpkirin.
Şakrî ew jî neveşart û got: Ev strana çûyî ya bi nave (Bipêje yarê bipêje) ya ku ji aliyê derhêner (Hisên Hesen)ve hatî ye kilîpkirin ji bo hemû temenan bû ku temaşe bikin û bila eva nû jî ji bo gencan be û li pey dilê wan be.
