Weşandin: 03 July 2012 Dîtin: 624
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Deşnê  Murad di hatina xwe ya vê carê de bo bajarê Duhokê û taybet kenalê Vîn yê asmanî, eve ne cara yekê û dawiyê ye ez serdana Duhokê dikim û bi xweştirîn bajar dibînim û bajareke bi hemû awayan xweşke û mizgîniyê didim hemû zarokên Duhokê ku li demek nêz min pirojeyek ji bo wan heye û wê serdana wan bikim.
Hunermend Deşnê Murad ew yek jî diyarkir û got: Piştî min seredana çend cihên zarokan kirî, beriya niha li hindek deverên din yên Kurdistanê bi merema pakkirina jîngehê û xwandina pertûkên zana û edîbên Kurd ku eve yekem pirojeye weku hunermendek bi stoyê xwe ve digirît, ew jî bi sponseriya çend kompaniyan ji bo kirîna wan pertûkan ku bikarin li ser baxçe û cihên zarokan parvebikin.
Dîsan Deşnê got: Piştî li dema bûrî me biryar li ser çendîn karan day weku harîkarî  û şîret û zanîn ji bo zarokên Kurdistanê gehandin û li Duhokê me biryar da seredana wan zaroyan bikin yên ku ji rojavayê Kurdistanê hatîn û li Duhokê xwecihbûyn û bi destên gulan seredana wan bikîn û paşan çendîn diyariyan pîşkêşî wan bikîn yên ku wê ji aliyê sponseran ve ji bo me bên destnîşankirin, lê ta niha me ew roj jî destnîşan nekirî ye ya ku wê serdana wan bikîn, lê wê li nêzîktirîn dem be.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency