Weşandin: 15 July 2012 Dîtin: 368
Print

5 Saliya kenalê VIN TV

Kawîn Cîhad Tehlavî

Bi helkefta pênc saliya kenalê (Vîn)yê asmanî komeka rojnamevanên werzişî  li çend saziyên ragehandinê bi rêka nameyên taybet sersala yekem kenalê hunerî yê Kurdî pîrozkir û ji bo pêtir pêşkeftin û xizmeta temaşevanî çendîn daxwazî pêşkêşî kenalê kirin.

Mihemmed ElîLi destpêkê piştî destekê gulan rojnamevan Mihemmed Elî ji rojnama war dibêje: Pir ji dil pênc saliya Vîn pîrozdikim û hêviya me ewe em weku rojnamevanên werzişî  ku di sala par jî de dema me pîrozbahî arastey kenalê Vîn kirîn me dixwast mîna salên destipêkê pirogramekê werzişî heba da ku karîba temaşevanê werzişê jî mîna yê hunerî li xwe zêde bike.

Paşan ji rojnameya Evro rojnamevanê werzişî  Hejar Me'ruf dibêje: Kenalê Vîn ta raddeyek mezin

Hejar Me'ruf

temaşevanê hunerî li Kurdistanê bi giştî li xwe zêdekirî ye û hêviya me ewe ku Vîn pirogramên werzişî jî dirust bike, çunkî niha praniya yaneyên Kurdistanê û wê bibêjim yên Duhokê bi taybetî li xolên Îraqê û Kurdistanê yariyê dikin di hemû biyavan de, lewra dibînim ger Vîn xwe li texa werzişî jî kirba xwedan da temaşevanek baştir û serkeftîtir bi xwe ve bigire û ji dil pênc saliya Vîn Tv li hemû karmendên Vîn pîroz dikim.

Eyser Duskî Eyser Duskî pêşkêşkarê belavoka werzişî li (Duhok Tv) li berahiyê pênc saliya kenalî li rêveber û gişt karmendan pîroz dike û dibêje: Her ji vebûna kenalê Vîn min ya dîtî şaşeyek xweş û xweşik û serkeftî, lê em weku rojnamevanên werzişî daxwazê ji rêberiya kenalî û rêveberiya pirograman dikin ku di sala xwe ya nû de hizir di danana pirogramek werzişî de bikin û min bawere mîna hemû karên wan ew pirogram jî wê serkeftî be.

Silêman Zekî Paşan ji malperê yana Duhok yê werzişî  rojnamevan Silêman Zekî diyarkir û got: Pir ji dil pîrozbahiyê li hemû stafê kenalî dikim û bêy cudatî, û ez weku hezkirî û temaşevan û rojnamevanekê werzişî bi helkeftna pênc saliya kenalê Vîn daxwaz dikim mîna sala 2008 dûbare pirogramên werzişî li kenalî bên weşandin.

Herjîn ResolRojnamevan Herjîn Resol ji kenalê Kurdsat mîna hemû hevalên din yên werzişvan dibêje: Ji hemû aliyan ve karî ye temaşevanî li xwe bicivîne, lê ger dîsan wek salên bûrî pirogramek werzişî  hebe wê werzişa Kurdistanê jî mîna hunerê Kurdî pêşbêxe û min bawere her biwarekê kenalê Vîn xwe lê bike xwedan wê serkeftinê bîne.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency