
Kawîn Cîhad Tehlavî:
Li dûr nûtirîn karê xwe ji bo meha remezanê, stranbêj (Hevrist Îbrahîm) diyarkir ku raste cara yekê ye stranek olî dirust dike, lê serbilinde ku di vê mehê de weku korekê Kurd û Musulman stranan bi olî dibêje, lê ya kêfxweştir ewe dema wan karên xwe li ser şaşa kenalê Vîn dibîne.
Hevristî ew çende jî got: Ger di karînên min de hebe û bikarim elbomek olî dirust bikim wê gelek kêfxweştir bim û min stranên olî ji bo tu aliyan negotine û nabêjim jî, tenê weke rêzgirtinek ji bo meha remezanê û ola Musulmanan dibêjim .
Paşan Hevristî ew jî got: Ev strane bi navê (Ya Muhemmed)e û li gel stranbêj(Hêmin)e. Peyv yên (Mela Hîwaş)in û muzîk ya babê min (Îbrahîm Mesîfî )ye.
