Weşandin: 11 August 2012 Dîtin: 1738
Print

Bilind ibrahim

Elboma (Qeder) nûtirîn berhemê hunermend (Bilind Îbrahîm)î ye ku pêkhatî ye ji (7) tirakan û sê stranên nû di vê elbomê de û bi helkefta çejna remezana pîroz diyarî hezkirîyên dengê xwe kirine.
Li dûr nûtirîn elboma xwe (Bilind Îbrahîm) diyarkir û got: Ev elbome bi navê (Qeder)e ku ji(7) tirakan pêkhatî ye, ew jî:(Peşîmanî, Bêwo, Qeder, Ziravê, Wey dil, Pilan, Xoda ella) û çendîn hozanvan û awazdaneran beşdarî têde krî ye weku hunermendan (Nisret Mihemmed Hesen, Mizgîn) awaz danayne û hindek ji wan stranan jî filiklorî ne û dîsan yên min bi xwe jî ne, û peyv ji alîyê mamosteyê hunermend (Ziyad Es'ed, Selman Şêxmemî, Sedîq Şero, Mizgîn) ve hatîne danan.
Rêbîn Şukrî bepirsê (Vîn pirodekşin) li dûr dirustkirina vê elbomê û taybet di roja yekê ya cejnê de dibêje: Piştî li gel hunermendî rêkkeftîn ji bo berhemanîn û belavkirina vê elbomê, me karî roja yekê ya cejnê destnêşan bikin ji bo belavkirinê li hemû Kurdistanê, ji ber ku hunermend (Bilind Îbrahîm)î di vê elbomê de sê stranên nû ji bo roja yekê ya cejnê diyarî hezkirîyên dengê xwe kirîne.
Bilind Îbrahîm ew jî diyarkir ku berîya niha û ji vê elbomê strana (Peşîmanî) ewa peyv û awazên wê mamostayê hunermen (Ziyad Es'ed)î dananîn weku rîklama elbomê ji alîyê derhêner (Ferheng Ferman) ve hatî ye kilîpkirin, û wê li roja yekê ya cejnê jî bihê weşandin.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency