Weşandin: 29 December 2011 Dîtin: 745
Print

Kompaniya (Vîn prodection) ya berhemanîn û belavkirna karên hunerî bi helkefta sersala nû dê şeş elbomyên nû yên hunermendan (karwan kamil, Tîpa Ribad, Wehbî Sedîq, Luka Zahîr, Layiq kurêmeyî) belavket.
Kawîn Cîhad berpirsê ragehandina kompaniya (Vîn prodection) dibêjît: ev elbome ji berhemê kompaniya (Vîn prodection)in ku berî nuke girêbest li gel hatî ye morkirin û bi helkefta sersala nû bişên bo hejêkerên dengê wan hunermendan belavbikeyn û eger çi asteng ne keftine rêka me li roja êkê ya sersalê her şeş elbom dê belavbin, ji ber ku di berhevin bo belavkirinê.

Kawînî ew jî diyarkir ku elboma hunermend (Karwan Kamil) bi navê (Arjen) ji 11 tirakan pêk dihêt,  tîpa (Ribad) bi navê (Warê me) ji 11 tirakan pêk dihêt , (Wehbî Sedîq) bi navê (Dûrî) ji 8 tirakan pêk dihêt, her disan dû elbomên (Luka Zahîr) dê pêkve belavbin, êk soranî ye û êk badînî û ya soranî bi navê (Gunahit kird)  ji 9 tirakan pêk dihêt û ya badînî bi navê (Sipêde) ku ji 12 tirakan pêk dihêt, dîsan elboma huzanvan (Layiq Kurêmeyî) ya bi navê (Gevzikên pela) ji 12 tirakan pêk dihêt, ewjî dê bi helkefta sersala nû belavbin.
Paşan berpirsê ragehandina kompaniya (Vîn prodection) got:  her êk ji van elbomên li serî diyarkirî dê dû kilîp jî ji layê kompaniya (NV prodection) ve bo hêne dirustkirin. 

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency