Weşandin: 29 December 2011 Dîtin: 683
Print

Loka Zahîr xodana belavkirina dû elboman di sala nû da diyarkir ku bo cara êkê ye dû elboman pêkve belavdiket di êk sal da, ew jî êk bi navê (Spêde) ji (9) tirakan pêkdihêt û (Gunahit Kird) ji (12) tirakan pêkdihêt.
Loka Zahîr diyarkir: ku bo cara êkê ye dû elbomên sitranan pêkve belav dikem û taybet badînî û soranî bi pêngevak here baş dbînim ku tu bşêy di êk sal da dû elboman pêkve belav bikey ê
û bi her dû zaraveyan, û min derfet heba da bi her zaravekê li kurdistanê dihête bikarînan belavkem û dê ew derfet jî li nêzîk çêbît.

Loka li ser elboma badînî ya bi navê (Spêde) dibêjît: ev elbome ji neh tirakan pêkdihêt, bi navê (Çî çî, Jivan, Min xlaske, Evînê, Berî tu, Dê were, Zenga dilî, Bo nehatî, Çi dikey)
Lokayê ew jî diyarkir ku ev elbome dê ji layê kompaniya (Vîn prodection) ve hêne belavkirin û ta nuke her êk ji wan elboman min yek sitran jê kilîp kirî ye û min li bere dûyên dî jî li demekê dî kilîp bikem.
Li dûmahiyê Loka dibêjît: sala nû li her Kurdekî pîroz dikem û taybet Kurdistanê û hejêkerên dengê xwe û hîvîdarim elbomên min bibine cihê rezemendiya wan û biçûktirîn diyarî bin ji bo wan li sala nû.

hussam al rassam bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency