Sitranbêja nû pêgehiştî (Vîna Ferşîd) da diyarkirin ku li sersala nû dê nûtirîn kilîpa wê li ser şaşên kenalên kurdî belavbît û pişkdarî çi konsêrtan nabît.
Vîna Ferşîd dibêjît: kilîpa min ya bi navê (Kengî ) ji peyvên dildare û awaz (Nîkar Kamil)e û mûzîka wê ji layê (Rênas Kurdax) ve hatî ye dabeşkirin û (Şoreşvan Sedîq Şero) bi karê derhênana wê rabûye û ev kilîpe ji layê stafê (NV prodection) ve hatî ye dirustkirin.
Vînayê dîsan got: kilîpa kengî bi dîtna min ji her layekî ve ji her dû kilîpên min yên berî nuke başitir hatî ye dirustkirin, anku dişêm bêjim bi êkem kilîpa xwe dizanim, ji ber ku ji mûzîkê ta derhênanê zehmeteka gelek mezin pêve hatiye dîtin û ji her layekî ve li dûv dilê min hate çêkirin.
Vîna Ferşîd ew jî aşkerakir ku: ji bo sersala nû dê şeva xo li gel nêzîktirîn hevalên xwe bûrînim û min çi pirogramên hunerî bo wê şevî nînin ji bilî li gel hevalan û sersala hemû gelê kurd pîroz dikem û taybet hejêkerên dengê xwe û hîvîdarim kilîpa min ya nû bi dilê hemûyan bît.