Weşandin: 18 January 2012
Print

Deşnê Murad diyarkir ku niha mijûlî dirustkirina dû stranên nû ye û di amadene ji bo weşandinê, û yek bi zimanê Ingilîzî ye û li gel gropekê pêşkeftî yê Birîtanî bi navê (Ay Êm)e ku berhem yê wane û ji aliyê wan ve hatî ye kilîpkirin,  ku li malên wan bi xwe ji aliyê evînî yê ve  zordarî lê dihête kirin,  evca min daxwazkirî ye ku bese bila ev tişte di nav me de nemîne.

Deşnê Murad  dibêje: li destpêka ev sale min dest bi kilîpkirna dû stranên nû krî ye ji bo hindê ku hezjêkerên dengê xwe bêbehir nekim û bi helkefta sala nû diyariyekê pêşkêşî wan bikim. Stranek ji wan kurdî ye û yek jî Ingilîzî ye.
Deşnê dîsan li dûr strana  xwe ya Ingilîzî got: ev strane korek Ingilîz bi şêweyê hîphop li gel min gotî ye û ji wan stranbêjên here serkeftî ye di warê Hîphop û Rep de. Û eve carê yekê ye bIkarIm kIlîpekê bi vî curî dirust bikim.
Deşnê diyarkir: carê wek elbom ji bo sala nû behsa tu karên xwe yên nû nakim û bla ew çende bimîne ji ber ku niha gelek bi van herdû karan ve mjûlim û bi taybet programê xwe yê televizyonî, lê carê ez nizanim ka wê kengî were pêşkêşkirin .
Li dawiyê Deşnê ew jî ne veşart û got: sala 2011 nexweştirîn sal bû ji bo min, ji ber ku min hêviyek hebû lê dirust nebû û min dixwast ber bi rêyekê biçim,  lê hemû rê li min hatin girtin, herweha roja ji daykbûna birayê min bû û li wê rojê jî amade nebûm, û gelek tiştên nexweştir, lê hem baş bû ku elboma min ya bi navê Firîştey Mêhreban jî hatibû weşandin.

ranin milok al a7sas mohamad al farif

 

Reklam

Who Has Viewed VinTV.net

frequency