Weşandin: 18 February 2012 Dîtin: 567
Print

Hunermend Şivan Germavî

Şivan Germavî diyarkir ku elboma wî ya nû ya bi nave (sal bûrîn) ji 12 tirakan pêk tê û bo dema pênc salan pêve mijûle û berhemînan û belavkirin ya kompanya (Vîn prodekişn)e.

Hunermend Şivan Germavî dibêje: piştî pênc salên bêdengiyê û dûr ji hezjêker û gohdarên dengê min, carek din bi elbomek nû wê xizmeta hemû hezjêkerên dengê xwe kem, ku ev elbome berhemê van çend salane, anku dikarim bibêjm eve pênc sale bi vê elbomê ve û sedema vê yekê jî ji bo min bi xwe dizivre ku mijûlî çend karên xwe yên taybet bûm.
Şivan Germavî ew jî diyakir ku elboma (Sal bûrîn) ji 12 tirakan pêk tê û ji peyvên mamostayan (Sebrî Botanî,  Şe'ban Silêman, Heval Se'dî, Mela Se'îdê Xelatî, Luqman asihî, Ednan Yusiv, Semîr Derbotkî, Edîb Çelkî)ne û dû jî filiklorin. Û ev elbome li stodyoyên kurdistanê û Turkiya hatî ye dirustkirin ji aliyê arincorê muzîkê (Îmad Elî)ve û awaz jî sê yên min bi xwe û yek ya (Luqman Asihî) û sê yên (Heval Se'dî) ne û çend kesên din jî beşdarî têde kirî ye .
Şivan Germavî got: ev elbome ji berhemînan û belavkirna kompanya (Vîn prodekşin)e û ew kilîpa beriya niha jî ji aliyê kompanya (N.V)ve hatî ye dirustkirin yek ji tirakên elbomê ye û rêklam jî bo hatî ye dirustkirin û li bere ev elbom di meha dû yan sê de ji aliyê (Vîn prodekşin) ve  were belavkirin.

hussam al rassam bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency